Sîrwan Barzanî: Li Mexmûrê 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Mîhwera Guwêr-Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, ku di encama bombebaranê de li sînorê navçeya Mexmûrê 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, li sînorê desthilata hêzên iraqî liv û tevgera DAIŞiyan berdewam dike û got: “Bi hemahengiya pêşmerge firokeyên hevpeymanan jî bi berdewamî li esmanên herêmê digerin.”

 

Barzanî da zanîn: “Demjimêr 11.00ê şeva derbasbûyî 5 pêgehên DAIŞiyan li sînorên Mexmûrê hatine bombebarankirin û di encamê de 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

 

Berpirsê Mîhwera Guwêr-Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge herwiha destnîşan kir, ku di navbera pêşmerge û hêzên iraqî hemahengî heye lê ti operasyoneke hevbeş nekirine.

 

Di Tebaxa 2014ê de çekdarên DAIŞê navçeya Mexmûrê û derdora wê kontrol kir lê zêde ser ve neçû ku hêzên pêşmerge bi operasyonekî karîn careke din navçeyê rizgar bikin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku piştî pêşveçûna DAIŞê operasyona Mexmûrê ya hêzên pêşmerge yekemîn serkeftina li dijî DAIŞê bû ku ew rêxistin têk bir.