Li Brîtanyayê êriş: 8 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Southportê yê Brîtanyayê di êrişa bi kêrê de herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Polîsê Merseysideyê ragihand ku îro saet 11:50 li kolana Hartê ya Southportê êrişa bi kêrê hatiye encandan û piştê wê hêzên wan çûne cihê bûyerê.

Rayedarên navçeya Merseysideyê diyar kir ku di bûyerên kêrkirinê de herî kêm heşt kes birîndar bûne.

Bi gotina Rayedarên tenduristiyê jî di navbera birîndaran de zarok jî hene û tîmen tenduristiyê ew veguhestina nexweşxaneyan.

Polîs, derheqê bûyerê kesekî ku bi tevî kêrê xwe digeriya desteser kir.

Ji xelkê hat xwestin ku xwe ji cadeya Hartê dûr bixin,

Sedema bûyerê hîn jî nayê zanîn.