Êlih - Parlamenterê HUDA PARê rê li ber çûn û hatinê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Çend endam û parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser rêya ku şeva borî bûyera trafîkê lê çêbûbû civiyan û wekî nerazîbûn rê li ber çûn û hatinê girt.

Li ser rêya di navbera Êlih û Sêrtê de do êvarê barhilgirekê li malbatekê xist û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê grûpeke ku parlamenter Serkan Ramanli jî di nav debû rê li ber çûn û hatinê girtin û ji rayedaran xwest ku çareseriyek bê dîtin.

“Bi salan e ev rê wiha ye û doh jî bû sedema komkujiyekê”

Ramanli derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyek da û got:

“Bi salan e ev rê wiha ye û doh jî bû sedema komkujiyekê.

Me hişyarî da lê têr nekir, ragihandinê hişyarî da têr nekir, gelê me hişyarî da ew jî têr nekir.

Îro jî em bi rêxistina xwe re hatine vê derê û ji bo balê bikşînin ser vê rêyê, me rê li ber çûn û hatinê girt.

Ji bo bibîrxistina bûyerên berê qewimîne û ji bo ya doh me boyaxa sor rijand ser rê.

Bila careke din ev rê nebe sedema mirinan. Bilez divê rayedar çareseriyekê bibînin.”

Li ser wê rêyê 4 kesan canê xwe ji dest dabû

Li parêzgehê derengê şeva borî li ser rêya Êlih-Qûbînê dema welatî ji hola şahiyekê derketin û xwestin derbasî aliyê din ê rê bibin otomobîlek li wan qelibî.

Di bûyerê de Suleyman Oguz (48), Îlyas Oguz (40), Denhir Oguz (3) û Sefa Oguz (12) canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.