Li Wanê polîsan avahiya DEM Partiyê dorpêç kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li dijî girtina kesên ku çend roj in ji ber govend û stranên Kurdî tên girtin, xelk li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû û govend gerand.

Polîsan bi hînceta ku girseyê slogan berz kirine midaxeleyî çalakiyê kir.

Nerazîbûnên li dijî girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin didomin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li ber avahiya xwe ya navçeya Îpekyoluyê daxuyanî da û nerazîbûn li hemberî girtina kesên ku ji ber stranan û govenda Kurdî tên girtin nîşan da.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal, Parlementerê DEM Partiyê Murat Dînar û gelek rêveberên wê partiyê jî di çalakiyê de amade bûn.

Piştî demekê bi hînceta ku slogan avêtinê polîsan midaxeleyî govenda welatiyan kir.

Beşdar tev derbasî nav hewşa avahiya DEM Pariyê bûn.

Polîsan derdora avahiyê dorpêç kir û nehiştkes derkeve derve.

Piştî demjimêrekê polîsan rê da ku xelk bi awayekî kontrolkirî ji avahiyê derkevin.