Li Çewlîgê welatiyê ku mêşên hingiv pê ve da mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê mêşên hingiv bi welatiyekî ve dan û wî welatîyî bi jehra mêşan canê xwe ji dest da.

Li gundê Şorik kesekî bi navê M. Çinar ê 40 salî û kurê xwe yê şivan rastî êrişa mêşên hingiv hatin û gelek mêşan bi wan ve da.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê.

Tîma tenduristiyê da zanîn ku M. Çinar ji ber pêvedana mêşên hingiv canê xwe ji dest daye.

Termê M. Çinar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.