Keçeke nabîna di pola 12an de bû sêyema Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Senarya Kemal a ji navçeya Seyîd Sadiq a Silêmanî ya Herêma Kurdistanê tevî ku xwedî pêdiviyên taybet, nabîna ye, di ezmûna pola 12 ya amadeyî de bi reqema 98.16 pileya sêyem li ser asta Herêma Kurdistanê bi dest xist.

Senarya Kemal a ku her sal ji pola 1ê heta pola 12an pileya yekem qezenc kir got, “Jiyan zehmet e dema meriv xwedî pêdiviyên taybet be lê em neçar in ku bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Min rojê 17 demjimêran ji bo ezmûnên pola 12an ders dixwend.”

Bavê Senaryayê Kemal Celal ji Rûdawê re got, “Ez bi nabînayî ji dayik bûm, sê keçên min hene. Du ji wan bi temamî nabînin lê keçeke min ji %17 dibîne.”

Kemal Celal anî ziman, “Daxwaz û armanca ew e ku heta mabim van keçana bidime xwendin û spas ji bo Xweda ku niha berhemeke wan a baş heye û gelekî dilxweş im, ewqasî dilxweş im ku nizanim hezkirina xwe ya ji bo wan çawa bînime ziman.”

Du xwişk û bavê Senarya jî nabîna ne. Dayika Senarya ji Rûdawê re diyar kir, dema ku wê xwest zarokên xwe jî wek hemû zarokan bişîne dibistanê, ji ber ku xwedî pêdiviyên taybet bûn ti dibistan amade nebûn ku wan qebûl bikin. Ji ber vê yekê ew neçar man ku biçin gund ku li wir bixwînin û li gund jî qebûl nekirin lê di dawiyê de ew wekî guhdar hatin qebûlkirin lê bi merca heger asta wan ne baş be dê ji dibistanê bên derxistin.

Sumeye Kemal a xwişka Senarya jî di pola 12an de reqema 87 bi dest xist.