DOKUMENTERÎ – Şerê navxwe yê Sûriyê û Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Naverasta meha Adara 2011ê, xwepêşandanên ku wek “Behara Erebî” dihatin naskirin gehiştin Sûriyê û xwepêşanderan daxwaza azadkirina girtî û reforman ji hikûmetê kirin.

Li gel ku Esed soz da reforman bike, lê xwepêşandan berdewam bûn û rojane jî hejmareke zêde ya çalakvan û xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihatin desteserkirin.

Du hefte piştî destpêkirina xwepêşandanan, Serokê Sûriyê 30ê Adarê li Parlamentoyê gotarek pêşkêş kir.

Beşar Esed, Serokê Sûriyê got, “Îro li Sûriyê tiştek bûye mode bo wayên destêwerdan kirine ku navê wê kirine şoreş, lê em wî navî lê nakin, ji ber ew tenê mijareke demkî ye, ew dixwazin nave wê bikin şoreş û bibêjin şoreşekê destpê kiriye.”

Xwepêşandanên Sûriyê veguherîn pevçûn û şerê çekdarî, cudabûna ji artêşa Sûriyê û çûna nav rêzên opozisyonê zêde bû. Dawiya Tîrmeha 2011ê ligel pêkanîna Artêşa Azad a Sûriyê qonaxeke nû li Sûriyê destpê kir ku armanc dûrxistina Esed bû ji ser desthilatê.

Lê Beşar Esed pişta xwe bi Îran û Hizbullaha Lubnanê girê da û karî desthilata xwe ya siyasî biparêze. Ligel germbûna şer li meydanên Sûriyê û zêdebûna tevgera siyasî, Kurd li Rojavayê Kurdistanê ketin tevgerê û di payîza 2011ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat damezrandin. Piştre, artêşa Sûriyê ji piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiya daku bikaribe li cihên din rûbirûyê Artêşa Azad a Sûriyê bibe û PYD çû wê derê.

Di havîna sala 2012an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hatin damezrandin. Êdî di pratîkê de rêvebirina navçeyên Kurdî ket jêr desthilata PYDê û guhertina di hinek sîstema nav civaka Kurdî de destpê kir.

Sadiq Berekat, Akinciyê Qamişlo dibêje, “Berî şoreşê, tenê axaftin jî li dibistanan bi zimanê Kurdî qedexe bû, lê niha êdî em azad in, bi Kurdî diaxifin û destkariya sîstema perwerdeyê dikin.”

Mistefa Nebî, Akinciyê Qamişlo, diyar dike, “Em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin, lê em Rêveberiya Xweser di çarçoveya Komara Sûriyê de dixwazin, Rêveberiya Xweser bo gelê Kurd.”

Li Rojavayê Kurdistanê sîstema birêvebirina kantonan hat damezrandin; Kantona Cezîrê, Kantona Kobanî û Kantona Efrînê.

Dûrxistina Kurdan ji milmilaneyên serbazî, beşeke girîng a stratejiya Esed bû ku bi dijwarî mijûlê şerê Artêşa Azad a Sûriyê bû li Heleb, derdora wê û çendîn cihên din.

Fethî Murad, Endamê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Efrînê, dibêje, “Me gelek derdeserî ji destê hikûmeta Esed dîtin, lê ligel wê jî me daxwaz ji hemûyan kir, ji Kurd û Ereb daku neçin nav rêzên Artêşa Azad a Sûriyê. Berî opozisyona Sûriyê jî ezmûna me hebû û hêza me heye, lewra rejîma Sûriyê dixwaze em Kurd li derveyî şer bimînin.”

Şer berdewam bû, hevdem gotûbêjên siyasî bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û sponseriya Amerîkayê li Cinêv destpê kirin, opozisyona Sûriyê red kir ku îtirafê bi PYDê bike û ew bo danûstandinên Cinêvê venexwend.

Wek karvedan, di destpêka sala 2014an de, êdî sîstema kantonên Rojava veguherî Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û PYDê dest bi hikûmdariya taybet bi xwe kir.

Rezwan Mihemed Şerîf, Fermandarê YPG Li Qamişlo, ragihand, “Hemû akinciyên devera Cezîrê, Ereb, Kurd û Suryanî ji temenê 18 heta 30 salî divê deftera wan a xizmeta serbazî hebe, defterên me yên serbazî ji yên rejîma Sûriyê cuda ne, me defterên xwe û wan jî defterên xwe yên serbazî hene.”

Ligel zêdebûna şer li Sûriyê, DAIŞ hat damezrandin û piştî bihêzbûna wê li Iraqê, êrîşên xwe li nav Sûriyê zêde kirin û Dêrezor, Reqa û çend navçe li Rojavayê Kurdistanê xiste bin kontrola xwe. Nêzîka 7 mehan, nêzîka 360 gundên derdora Kobanî di jêr kontrola DAIŞê de bûn û Kobanî jî di wê demê de hatibû dorpêçkirin. Xelk koçber bûn û beşek ji wan çûn nav axa Tirkiyê.

Penaberê Kobanî yê bi navê Mihemed Îqbal diyar dike, “Em niha ji Kobaniyê tên, heval jî ketin nav bajar, çete jî bi çek, tank û çekên giran êriş dikin.”

Kobanî ket jêr guşareke zêde û piştî zêdeyî 7 meh dorpêçkirin, Çileya 2015ê bi hevkariya Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dorpêça ser hat şikandin û DAIŞ şikest. Beşdarbûna Hevpeymaniya Navdewletî di wê operasyona Rojavayê Kurdistanê de, di warê serbazî û siyasî de Kurd gaveke din birin pêş û piştî yek meh ji hatina Hevpeymaniya Navdewletî bo deverê, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bi hejmareke zêdeyî 60 hezar şervan hat damezrandin.

Tirkiye yekser dijî vê pêngavê rawestiya û Serokkomarê wê jî êrîşî Amerîkayê kir.

Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, got, “Gelo em di çarçoveya NATOyê de ne hevpeymanê Amerîkayê ne? Em dixwazin vê yekê fam bikin, gelo hevpeymanê we Tirkiye ye yan PYD û YPG ye?”

Bihêztirbûna pêgeha Amerîkiyan li Sûriyê û zêdebûna guşaran bo ser Esed, Rûs hest bi nîgeraniyê kirin. Di 30ê Îlona 2015ê de, Vladimir Putin ferman bo hêzên esmanî yên welatê xwe derxist daku biçin nav esmanê Sûriyê û piştgiriya Esed bikin. Bi hatina Rûsan tayê teraziya hêzê li Sûriyê guherî, Enqerê jî plana tevgereke serbazî li bakurê Sûriyê danî ku ji aliyekî ve li hêzên Kurdî bide û li aliyê din jî pêgeha xwe li Sûriyê bihêztir bike.

24ê Tebaxa 2016an, operasyona serbazî bi navê “Mertala Firat” bo ser bakurê Sûriyê destpê kir û di Adara 2017an de Tirkiyê bi kontrolkirina navçeyên navbera Cerablus li rojavayê Çemê Firat li ser sînorê Tirkiyê heta digihe bajarê Ezazê, bidawîbûna operasyonên xwe ragihand. Lê herçiqas ne bi dilê Tirkiyê jî bû, lê peywendiyên navbera Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bûn.

Ebdulkerîm Umer, Hevserokê Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser, “Bi baweriya min pêşkêşkirina hevkariyan ji aliyê Amerîkayê ve bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta bidawîanîna DAIŞê berdewam dibe.”

Bi hatina Rûsan, Esed bihêz bû, civaka navdewletî jî kêm kêm dest ji fikra durxistina Esed ji ser desthilatê berda û hewl da Şam û opozisyonê nêzîkê hev bike, lê danûstandin bê encamp diman.

Beşar Caferî, Balyozê Sûriyê Li Neteweyên Yekbûyî ragihand, “Mixabin ev ger bidawî bû û bersiva ti aliyekî opozisyonê derbarê wan hemû xalan de ku me anîn ziman, negihişte me, ev jî ne tiştekî ecêb û xerîb e, ji ber aliyê beramber naxwaze dawiyê li terorê bînin.”

Di demekê de ku siyasiyên opozisyona Sûriyê şikestina xwe di warê siyasî de tomar dikirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya Amerîkiyan di şerê dijî DAIŞê de pêşve diçûn. Mijdara 2016an, operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê destpê kir û piştî 11 mehan paytexta DAIŞê hat kontrolkirin. 20ê Çileya 2018ê, Tirkiyê bi fermi operasyona serbazî bo ser Efrînê bi navê “Çiqlê Zeytûnê” da destpêkirin. Li Eyn Îsa ser bi parêzgeha Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek da.

Kîno Gabrîel, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, got, “Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk di wê baweriyê de ne ku eger Rûsyayê çiraya kesk ji firokeyên Tirkiyê re pênexistiba, wê demê qet nedikarîn sînoran bibezînin û bi firokeyên xwe bajar, bajarok û gundên Efrînê bordûman bikin.”

Piştî du meh destpêkirina operasyonê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê herêma Efrînê xistin bin kontrola xwe û hejmareke zêde ya xelkê jî koçber û derbider bûn.

HSD li ser operasyonên têkşikandina DAIŞê berdewam bû û pêgehê wê yê dawî li aliyê rojhilatê Firatê ku Baxoz bû di adara 2019ê de ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Ji û zarokên wan bo ber bi kampên bin destê HSDê hatin veguhestin. Piştî wî erkê serbazî, Serokê Amerîkayê Donald Trump êdî ew yek veneşart ku dixwaze soza xwe ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bibe serî.

Donald Trump, Serokê Amerîka ragihand, “Demeke zêde ye em li Sûriyê şer dikin. Em bi başî çûn nav wî şerî, me karî DAIŞê têkbişkînin, navçeyê kontrol bikin, niha dema wê ye hêzên xwe ji wer vekişînin û vegerin welat.”

Piştî peywendiyeke telefonî ya navbera Trump û Erdogan di Cotmeha derbasbûyî de, hêzên Amerîkayê ji beşekî Rojavayê Kurdistanê vekişiyan. Tirkiyê jî dest bi plana xwe kir ku ji mêj ve danîbû. Di Cotmeha 2019ê de, artêşa Tirkiyê operasyona serbazî bi navê “Kaniya Aştiyê” bi ser navçeyên sînorî yên navbera Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê li rojhilatê Çemê Firat û gelek xelk bûn qurbanî û koçber bûn.

Ligel zêdetir bicîhbûna Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê li bakurê Sûriyê û beşekî Rojavayê Kurdistanê, herwiha bihêztirbûna pêgeha serbazî û siyasî ya Esed. Encûmena Sûriyeya Demokratîk ber bi danûstandinên ligel Şamê gav avêt û di du civînên cuda de, hikûmeta Esed red kir ku îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike û got, wek sîstemeke federalî ya rewa di destûra nû ya Sûriyê de cihê wê nabe û gotûbêj li cihê xwe bêyî ti pêşveçûnekê rawestiya ne.