Li Semsûrê 2 otomobîl lihev ketin 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl lihev ketin û 5 kes birîndar bûn. Bûyer, demjimêrên sere sibehê li Taxa Siteler qewimî.

 

Otomobîla bi şofêrtiya Mehmet Ekicî û otomobîleke din bi şofêrtiya Cengiz Durmuş ku ji aliyê beramber ve dihat lihev ketin.

 

Di bûyerê de ku otomobîl bûn xurde, herdu şofêr û 3 kesên di nav otomobîla Mehmet Ekici de bi navên Emircan Ekici, Ramazan Mert Ekici û Elif Ekici birîndar bûn.


Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî gehiştin cihê bûyerê, birîndar ji nav otomobîlan derxistin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de jî berdewam e.