Nifşê Nû bi tundî êrîşî YNKê kir: Wek tirsnokan şerê xwe bi dadweran dike

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Nifşê Nû li ser biryara dadgehê ya derbarê girtina serokê wê tevgerê Şasuwar Ebdulwahî de, rexneyên tund li YNKê digire û dibêje: “Bi awayekê tirsnokî ji jêr ve şerê xwe bi çend dadweran dikin, ku ti desthilatan wan nîne.”

 

Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê, duh yekşemî li ser giliya xwediyên pişkên Chavi Landê, biryara desteserkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû, Şasuwar Ebdulwahîd derxist. Di biryara dadgehê de hatiye gotin, ku fermana desteserkirina Şasuwar Ebdulwahîd li gor madeya 456 ji Yasaya Sizadana Iraqê hatiye dayîn.

 

Li hember vê biryara dadgeha Silêmaniyê, Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek belav kir û têde bi tundî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) rexne kir.

 

Nifşê Nû di daxuyaniya xwe de dibêje: “YNK bi hewl û fişarên bi vî awayî dixwaze şikestên xwe yên navxweyî, hebûna baskên nav xwe, ji hev cudayî û paşguhxistin û nehesibandina xwe ji aliyê PDKê ve veşêre.”

 

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Nifşê Nû diyar kiriye: “Ev fermana destesrkirinê di berdewamiya van fişaran de ye ku YNKê di dîroka xwe de li ser fêr bûye, ku her tim li hember hêzeke aza û wêrek wiha kiriye, ji salên 90î yên sedsala bihorî ve heta niha jî her heman siyaset û lojîka naşîrîn berdewam e.”

 

Tevgera Nifşê Nû herwiha YNKê bi wê yekê tohmetbar dike, ku bi rêya fişarê û bi kirêtî desthilata dadwerî bi awayê herî metirsîdar bikar tîne. Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Bi awayekê tirsnokî û necamêrî ji pişt ve dadgehê bikar tînin û ke sji we newêre xwe bikin xwediyê vê reftara kirêt û we wêrekiya rûbirûbûnê nîne, belku bi awayekî tirsnokî li jêr ve şerê xwe bi çend dadweran dikin, ku ti desthilata wan nîne û kes nizane gefa çi li wan dadweran dikin.”

 

Nifşê Nû herwiha destnîşan dike, ku fermana desteserkirina Şasuwar Ebdulwahîd bi hinceta giliyên xwediyên pişkên Chavi Landê, “hewleke neserkeftî ya YNKê bo veşartina wan şikestan e ku rastî wê hatine, him di aliyê desthilatdariyê de, him di aliyê peywendiya hevseng li gel hêzên din de.”

 

Chavi Land projeyeke mezin a geştyariyê li bajarê Silêmaniyê ye, ku Şasuwar Ebdulwahîd xwediyê wê ye. Lê bi hezaran kes ji xelkê Silêmaniyê ji dema avakirina vê projeyê ve têde xwedî pişk in, lê bi gotina wan kesan, heta niha ti sûdek ji projeyê negihîştiye wan.

 

Xwediyên pişkên Chavi Landê çendîn caran xwepêşandan kirine û dibêjin, di maweya heft salên bihorî de tenê du caran û bi giştî 80 hezar dînar wergirtine.

 

Wan kesan ji sala 2011an ve pere xistine nav wê projeyê, ku pereyê wan 22 milyon dolar e. Ji hingê ve heta niha tenê du caran pere wergirtine, carekê sala 2013an ku ji bo her milyonekê 30 hezar dînar wergirtine û cara din sala 2016an, ku jibo her milyonekê 50 hezar dînar wergirtine.

 

Xwediyên pişkan, Şasuwar Ebdulwahîd ku xwediyê Kompaniya Naliya ye, bi wê yekê tohmetbar dikin, ku pereyên wan ên salên 2014, 2015, 2017 û 2018 nedaye.

 

Pêştir carekê li ser giliya parlamentera Nifşê Nû, Şadî Newzad û li gor madeya xirab bikaranîna amûrên peywendiyê, Şasuwar Ebdulwahîd hate desteserkirin û bo dema du heftiyan li girtîgehê ma, lê paşê bi kefaletê hate berdan.