Tevgera Îslamî rêberê xwe hilbijart

 

Silêmanî (Rûdaw) – Di 11emîn kongreya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê de Îrfan Ebdulezîz bi 197 dengan ji nûve bû rêberê giştî yê vê partiyê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku 11emîn kongreya asayî ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ku li Silêmaniyê birêve diçû, bi dawî bû.

 

Di kongreyê de Îrfan Ebdulezîz bi 197 dengan careke din weke Rêberê Giştî yê  Tevgera Îslamî hate hilbijartin.

 

Namzetê din ê ji bo rêbertiyê Kamil Hecî Elî jî 117 deng bidest xistin.

 

Endamê Kongreya Tevgera Îslamî Ebdullah Wertê ji Rûdawê re ragihand ku di kongreyê de 30 deng jî betal bûne.

 

Peyamnêrê me ragihand ku di kongreyê de 25 endamên şûraya navendî ya partiyê jî hatin destnîşankirin.

 

Roja pênşemê (28-7-2016) Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi beşdarbûna 370 endaman li Silêmaniyê dest bi kongreyê kir û kongreyê rojek û şevekê ajot.

 

Îrfan Ebdûlezîz kî ye?

 

- Di 12ê Kanûna 1964ê li Helepçê, ji malbatek naskirî yê oldar jidayik bû.

 

- Di dawiya salên 70ê de li Helepçê beşdarê xwepêşandanên li dijî rejîma Baas bû.

 

- Di salên 1983 û 84ê de, li fakûlteya şerîet a Bexdayê dest bi xwendinê kir. Lê ji ber gumana çalakiyên siyasî û Îslamî, herwiha ji ber nakokiyên li gel Yekîtiya Xwendekarên Baasî, ji dibisanê hate derxistin. 

 

- Di sala 1987ê li gel rêberê yekem ê Tevgera Îslamî Şêx Osman Ebdulezîz û Fermandarê Pêşmergeyên Tevgera Îslamî Elî Ebdulezîz koçber bû çû Rojhilatê Kurdistanê.

 

- Piştî damezrandina Tevgera Îslamî heta sala 1990ê endamê mekteba leşkerî bû. Paşî ji bo xwendina zanîngehê çû Tahranê.

 

-Di sala 1994ê de fakûlteya şerîet xilas kir û dest bi xwendina pêwendiyên navdewletî kir.

 

- Piştî vegera Kurdistanê bû şêwirmendî Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û berpirsê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk ê Tevgera Îslamî.

 

- Di sala 2007ê de weke endamê mekteba siyasî ya Tevgera Îslamî kar kir.

 

-Di 10emîn kongreya asayî ya Tevgera Îslamî ya 2012ê de weke  Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî hate hilbijartin.