Silêmanî (Rûdaw)- Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kur û keçek lal, ku bi rêya Facebookê hevdu nas kiribûn, zewicîn.
Meriv û kesûkarên wan li dora wan kom bûne, lê ew tenê bi destan dilxweşiya xwe didin xuyakirin. Bûk bi rêya destê xwe dibêje zava dilê min e û ez gellekî hej wî dikim.
Zava jî dibêje, ez gellekî hej wê dikim û li cem min jina herî bedew e.
Erdelanê zave û Rajana bû lal in, lê Facebook bû zimanê wan û ew bi hev dan naskirin.
Erdelan li Ewropayê dijî, lê ji bo Rajanê vegeriya ye Kurdistanê û daweta xwe çêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse