Mustafa Karasu: Peker ji çapemeniyê bibandortir e

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasû got “Doza girtina HDPê, berhama tirs û lawaziyê ye. Herwiha Karasu di derbarê Sedat Peker de jî got ku ew ji çapemeniyê bi bandortir e.

Mustafa Karasu ji medyaya ku nêzîkî PKKê ye re axivî û doza girtina HDPê ya ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû vekiriin nirxand.

Karasû dibêje “Doza Girtina HDPê, ne rewşeke xwecihî ye. Ew beşek ji şerê giştî yê li dijî tekoşîna azadiya gelê Kurd e. Em nekarin şerê dijî gerîla û zextên li dijî HDP ji hev veqetînîn. Dîsa, em nikarin êrişa li dijî hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, êrişa li dijî gerîla û êrişa li dijî HDP ji hev veqetînin. Em nikarin êrişên li dijî Rojava û Başûr ji hev veqetînin”

Mustafa Karasu îdîanameya HDPê de jî wiha axivî “Hema hema HDP bûye serê gunehan. Yên ku silavê didin HDP jî wekî dijmin û xayîn têne nirxandin. Bi rastî, ew berhema tirsê ye. Ew berhema lawaziyê ye. Ger ew qas qels nebûna, ew ê pêngava girtina HDPê nediavêtin.”

Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Karasu di derbarê êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê de jî got “Di van demên dawî de, gelek rojnamevan û siyasetmedar hatin derbkirin. Berê jî xwestin ku Kiliçdaroglu lînç bikin. Di van demên dawî de xwestin ku Meral Akşener lînç bikin. Piştî van yekan Erdogan got `ev hê demên wan yên baş in.` Ango got hûn dê xirabtir jî bibînin. Di vê pêvajoyê de qetlîama Îzmîrê pêk hat. Pêkhatina qetlîama Îzmîrê bi rastî, tirsa desthila AKPê dide nîşandan. Ew bi kuştin, gef û zextên bi vî rengî hewl didin ku li ber xwe bide berxwedana opozîsyonê ansteng bikin. Lê ti feydeya tirsê tineye.”

Karasu, îdîa kir ku li Tirkiyeyê hikûmet tê teşhîr bûye û eger mirov derkeve kolanan, dê hikûmet dev ji desthilatê berde û bireve û wiha berdewam kir “Hetta Sedat Peker got, 'Ew tweeta min qedexe dikin, ez nizanim, ew rûpela min qedexe dikin, bila werin qedexekirin, ez ê wan bikim dûman.' Bi gotinek din, Sedat Peker destnîşan kir ku desthilata AKPê çiqas qels e. dev ji vîdeo û tweetan berde, dibêje ez ê wan bi dûmanê bihejînim.”

Mustafa Karasû got jî “Niha, ew ditirse ku Sedat Peker tiştek bêje û desthilata min hilweşe. Ka desthilateke wisa dibe? Dê vê desthilatê heta kîngê li ser pê bimîne? Her roj îdîayek Sedat Peker dertê. Hikûmet radibê rûdinê. Êdî ev desthilat teşhîr bûye., rûyê wê yê rast eşkere bûye. Tenê Sedat Peker ji medyaya alîgir bibandortir bûye. Çima? Rastiya vana qels e, rastiya van tine. Rastiya desthilatekî tinebe, hilweşandina wê nêz e.”