EFRÎN – Mayin teqiya welatiyekî 62 salî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê ji ber teqîna mayinekê, welatiyekî 62 salî yê bi navê Arif Husên Celo jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî çavkaniyên xwecehî, îro danê sibê, welatiyê bi navê Arif Husên Celo yê 62 salî yê ji gundê Qenterê yê bi ser navçeya Mabata, dema ku pezê xwe diçêrand, mayîneke vedayî pê de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

 

Heman çavkaniyê da zanîn, ku bi mirina Arif Celo re, hejmara qurbaniyên mayînan li gundê Qenterê gihişte 13 kesan.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike, roja 20ê Çileya bihorî êrişeke berfireh birin ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Di 18ê Adarê de van hêzan Efrîn bi temamî kontrol kir. Ji wê demê ve nûçe û agahiyên guhertina demografiya vê herêmê tên.