Li gundê Elewiyan koçberên Sune bicîh dikin
Mereş (Rûdaw) – Xelkê gundê Terrana Jêrîn a Mereşê ditirsin ku di nava koçberên li derdora gundên wan bên bicîhkirin kesên cihadî û tundrew hebin.
Li gundê Terrana Jêrîn a ser bi navenda bajarê Mereşê ji 27ê Adarê ve ji bo koçber û ewareyên Sûriyê wargehek tê çêkirin.
Şêniya gund derdora 150 kesan e, lê hejmara koçberên ku tên bicihkirin, 25 hezar e.
Gundên dewrûberê wargehê hemû Kurdên Elewî ne. Lê belê koçberên ku dê bên bicihkirin, dê Erebên Sune bin.
Xelkê vî gundî ji Kurdên Elewî pêk tên. Tirs û fikara gundiyên Terana Jêrîn ew e ku di nav koçber û ewareyan kesên cihadî û tundrew hebin.