Konferansa Qurtuba ya derbarê doza Kurd de îro bidawî tê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li Spanya Konferansa Danûstandinê ya taybet bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku bi navê Konferansa Qurtuba tê naskirin, ku pêr li Madrîdê dest pê kiribû, îro bidawî tê.


Konferansa  ku Wezareta Derve ya Spanya piştgiriya wê dike, partiyên Kurdî têde beşdar bûne, ji bilî PYD û partiyên beşdar di xweseriya dîmokratî li Rojavayê Kurdistanê de,  her wiha hinek grûpa bi navê Yekîtiya Demokratên Sûriyê û tevgerên ciwanên Kurdên Rojava jî, beşdarî konferansê bûn.


konfransa ku roja 28ê mehê desypêkiribû û îro bidawî tê, wê riyên dîtina çareseriyekê ji bo pirsa Kurd li Sûriyê çareser bike.

 

Mihemed Berrmo ku yek ji endamê Kongirê Qurtoba û yek ji rêxerên berçav ên vê Konfransa Kurdî weha ji Tora mediyayê re got:"Armanc ji vî Kongrî , dîtin û ristina nêrîna herî başe ji doza kurdî li Sûriyê, ji bo piştevanî kirina gelê Sûrî di doza wî ya rewa de û hilweşana rejîmê û avakirina dewleteka demokratî.”

 

Ji aliyê din ve Mihemed Mela Reşîd , endamê Kongirê Qurtoba , ji Rûdawê re ragihand ku: “Beşdarbuyan çar work-şop ava kirina ji bo gotûbêjkirina doza kurdî di Sûriyê de ji hemû aliyan ve, di dawiyê de encamê van her çar work-şopan wê li ber hev were deynan ji bo nerîna herî baş ji doza kurdî ya di Sûriyê de were ragehandin di prês konfiransekê de.”