Vîdyo:Penaberên rojavayî li ser bûyerên Amûd û Qamişloyê daxifin

 

Dihok (Rûdaw) – Penaberên rojavayê Kurdistanê yên li kempa Domîz a Dihokê hatine binecîkirin, bûyerên bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê wek “birakujî” dibînin û şerê han jî “şerê desthilatê” bi nav dikin…

Bûyerên vê dawiyê yên bajarên Amûd û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê karîgerî li ser penaberên rojavayî yên li Herêma Kurdistanê bi taybet yên ku li kempa Domîz de ne, jî kiriye…




Di bûyerên Amûd û Qamişlo de, herî kêm 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, her wiha hinek navend û ofîsên partiyên siyasî hatin şewitandin û gelek kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin.