HPGyê dîmenên xistina droneke Tirkiyeyê belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê dîmenên xistina droneke bombebarkirî ya Tirkiyeyê belav kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

HPGyê ragihand ku wan demjimêr 03:45ê 27ê Gulanê li Çiyayê Qendîlê droneke bombebarkirî ya Artêşa Tirkiyeyê ku cureyê wê AKSUNGUR e xistiye xwarê.

Li gorî HPGyê, ew firokeya bêfirokevan bi bombe û teqemeniyan barkirî bû û ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.

Gerîla TVyê jî piştî daxuyaniya HPGyê dîmenên bi 3 kamerayên cuda yên xistina drona AKSUNGURê li ser hesabê xwe yê telegramê weşandin.

Di dîmenan de tê dîtin ku dronek tê armancgirtin û hîn li hewa ye parçe parçe dibe.

Artêşa Tirkiyeyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye û xistina firokeya xwe piştrast nekiriye.

Adara 2024an Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku “Gerîla bûne xwedî wê derfetê ku Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) bê bandor bikin.”