Ji 21 saziyan li ser qedexekirina şano û konserên Kurdî daxuyaniya hevpar

Hewlêr (Rûdaw) - 21 sazî, enstîtu û komeleyan daxuyaniyeke hevpar belav kirin û tê de bal kişandin ser qedexeyên konser û çalakiyên Kurdî ku di demên dawî de zêde bûne.

Di rojên dawî de biryarên qedexekirina konser û şanoyên bi kurdî zêde bûne.

Piştî qedexekirina konserên Kurdî yên Aynur Dogan û Metîn - Kemal Kahraman, herî dawî lîstika şanoya kurdî ya ku dihat çaverêkirin ji aliyê Şanoya Mencel ve di 31ê Gulanê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê were lîstin, ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve hat betalkirin.

Li ser vê yekê Navenda Çanda Mezopotamya û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di nav de 21 sazî, komele û enstîtû, têkildarî van biryarên qedexeyê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Daxuyanî li ser hesabên medyaya civakî yên saziyan hat parvekirin.

“Dijmintiya li hember zimanê Kurdî, bi betalkirina şano, konser û çalakiyên Kurdî berdewam dike”

Di daxuyaniyê de bal dikişînin ser dijminatiya li hember zimanê Kurdî û wiha tê de tê got:

“Dijmintiya sîstematîk ku bi sedan salan e li hember zimanê Kurdî berdewam dike, di van rojên dawî de bi betalkirina şano, konser û çalakiyên Kurdî zêdetir bûye. Herî dawî jî duh şanoyeke Kurdî li Tetwanê hate qedexekirin. Sedemên ku ji bo betalkirina konser û şanoyên Kurdî tên nîşandan, tenê hincet in; meseleya bingehîn ew e ku gelê Kurd li her derê xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve .

“Kurdî her roj dewlemendtir dibe”

Her çend zimanê Kurdî ji statûyeke fermî bêpar hatibe hiştin, di her firsendê de rasterast yan nerasterast hatibe astengkirin û bi binpêkirina biçûktirîn nirxên mirovahiyê her tim rastî êrişan hatibe jî , her roj dewlemendtir dibe û ber bi siberojeke ronak daye ser rê.

“Yên li hember êrişan dengê xwe dernexe, li ba gelê Kurd hevkarê van êrişan e”

Di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de careke din hate dîtin ku çand û zimanê Kurdî xala gelê Kurd a hevpar û bingehîn e û nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe her Kurd bi heman fikaran xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve. Lewma heçî kes û partiya siyasî ku alîgirê demokrasî û wekheviyê ye, bawer dike ku civakeke pirziman û pirçand bingeha demokrasî û aştiyê ye, divê li hember vê qedexekirin û tekperestiyê helwesta xwe bi zelalî diyar bike. Heçî kes û partiya ku li hember êriş, qedexekirin û zîhniyeta tekperest dengê xwe dernexe, li ba gelê Kurd hevkarê van êrişan e.

Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, qanûna bingehîn a gelê Kurd e. Şerên cîhanî ku dewlet hilweşandine û ava kirine, nekarîne vê rastiyê tune bikin. Betalkirina şano û konserên Kurdî hewlên dawî yên siyaseteke miflis in.

“Gelê Kurd bi êriş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade”

Li hember van hemû qedexekirin û êrişan, em ê li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bi zimanê xwe yê dayikê li her kuçe û kolanekê stranan bistrên û hunera xwe îcra bikin û bersivê bidin van êriş û qedexeyan. Ev êriş tenê dikarin ezma me ya parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî zêdetir bikin. Gelê Kurd bi êriş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade. Em ê li hember van êrişan di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe biparêzin.

Saziyên Îmzedayî

1.Tora Ziman û Çanda Kurdi

2.Navenda Çanda Mezopotamyayê

3.Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanden Mezopotamyayê ( MED - DER )

4.Enstituya Kurdi ya Stenbolê ( Komeleya Lêkolînên Kurdi )

5.Enstituya Kurdî ya Amedê

6.Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman , Çand û Hunerê ya ARSISA

7.Komeleya Wêjekarên Kurd

8.Komeleya Lêkolinen Ziman û Çande ya ARI – DERE

9.Komeleya Birca Belek

10.AVESTA Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman

11.Komeleya Lêkolinën Ziman û Çande ya Ferate ( FERAT - DER )

12 .Platformên Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat

13.Federasyona Komeleyên Müşe

14.Federasyona Komeleyên Şirwanê

15.Federasyona Komeleyên Wane

16.Federasyona Komeleyên Îdire

17.Federasyona Komeleyên Êlihê

18.Federasyona Komeleyên Qereqoçana Xarpêtê

19.Platforma Patnosiyên li Stenbolê

20.Kovara Destarê

21.Komeleya Ekolojiye”