Serokê PDK-Tê: Em dê hewl bidin tifaqa Kurdan berfireh bikin

Enqere (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye (PDK-T), 3emîn kongreya xwe piştî 3 salan li Enqereyê saz kir. Di kongreyê de serokê heyî Mehmed Emin Kardaş carekê din wek serokê nû yê PDK-T hate hilbijartin. Kardaş ji Rûdawê re da zanîn ku ew ê di heyama nû de zêdetir girîngiyê bidin tifaqa nav partiyên Kurdan.

Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye PDK-T, 3emîn kongreya xwe ya asayî piştî 3 salan li Enqereya paytexta Tirkiyê li eywana otêleke saz kir.

Di kongreya PDK-T de tekane namzedê serokatiyê serokê heyî Mehmed Emin Kardaş bû. Kardaş bi dengê 51 delegeyan bo cara 3yan wek serokê nû yê PDK-T hate hilbijartin.

Serokê PDK-Tê Mehmed Emin Kardaş ji Rûdawê re got: “Me di vê kongreyê de biryara xebat û yekrêziya di nav hemû partiyên Kurdan de daye. Em hêvî dikin ku partiyên Kurdî êdî li gel hev tevbigerin. Kurdistan a me hemû Kurdistaniyan e û divê em hemû bi hev re biryarê bidin.”

PDK-T ku li 5 bajêr (Amed, Êlih, Mêrdîn, Edene, Mêrsin), û li 4 navçeyan (Qoser, Sûr, Kayapinar, Akdeniz) xwedî rêxistin e, piştî kongreyê amadehî dike ku li hin bajarên Bakurê Kurdistanê rêxistinên xwe ava bike û li qadê zêdetir çalak be.

Serokbajarê Mêrdînê yê PDK-Tê Cengiz Bozkurt jî got: “Niha li Mêrdînê li Qoserê rêxistina me heye. Di nêz de em dê li Nisêbîn û Dara Mazî jî rêxistinên xwe ava bikin.”

Rêvebera PDK-Tê Têkoşîn Soysal jî dibêje: “Em dixwazin xort, ciwan û jinên me werin tevli partiya me bibin. Ji bo yekîtî Û dewletbûnê em dixwazin kar bikin.”

PDK-T, li gel çend partiyên Kurdî di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de li gel HDPê tifaqeke Kurdistanî damezrandibû û di nav lîsteyê de Şaredariya navçeya Çinara Amedê qezenc kiribû. Rêveberiya PDK-T ji ber sedema pandemiyê tu partiyeke siyasî venexwend kongreyê.

Rêveberê PDK-T Murat Yilmazer jî wiha axivî: “Em dixwazin li ser axa Kurdistanê tifaq û yekîtiya me hebe. Em dixwazin Kurdistan ava bibe. Em biratiya gelê xwe dixwazin. Em biratiya gelek din naxwazin.”

PDK-T ya ku di sala 2014an da hatibû damezrandin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yek ji partiyên fermî ye ku bi navê Kurdistanê hatiye damezrandin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn li gel 3 partiyên Kurdistanî li dijî PDK-T jî bi hinceta ku di navê wê de Kurdistan heye doza girtinê vekiribû ku hîn ew doz berdewam dike.