Mehmet Emin Kardaş dîsa weke serokê PDK-Tê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T) bidawî û hat û Mehmet Emin Kardaş dîsa weke serokê partiyê hat hilbijartin.

Îro Yekşemê 29ê Gulana 2022yan 3emîn Kongreya PDK-T li Enqerê li oteleke birêve çû.

Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez ragihand ku di kongreyê de Mehmet Emin Kardaş ku yekane berbijêr bû, bi dengê 51 delegeyan careke din wek serokê nû yê partiyê hat hilbijartin.

Omer Sonmez da zanîn ku di rêveberiya partiyê de hinekê guhertin çêbûn.

Mehmet Emin Kardaş ji Rûdawê re diyar kir ku di bernameya partiya wî de ti guhertinên cidî çênebe lê hinek guhertin dê di meclîsa PDK-Tê çêbibe û hinek navên nû dê beşdarî meclîsê partiyê bibin.