Cixareya elektronîk di devê wî de teqiya

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Dr. Kerîm Elî Cemîl ragihand ku xortekî 17 salî dema cixareya elektronîk dikişand, cixare di devî wî de teqiyaye û rûyê wî şewitiye.

 

Dr. Kerîm Elî Cemîl diyar kir: “Xortekî 17 salî ji ber teqîna cixareya elektronîk rûyê wî bi giranî birîndar bûye û ji bo tedawiyê ew rakirin Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê.”

 

Dr. Kerîm Elî Cemîl eşkere dike ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî hişyarî daye li ser metirsiyên cixareya elektronîk ku ji aliyê kompaniyan, kanalên cur bi cur û torên înternetê, reklama wan tê kirin.

 

Têbîniyên rêxistinê ew in ku ji aliyê zanistî ve nehatiye îsbatkirin ku cixareyên elektronîk biserketî ne û madeya têde dibe ku bi jehr be.

 

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Kerkûkê ji xortan daxwaz dike ku ji bo parastina tendirustiya xwe, xwe ji hemû cureyên cixareyê dûr bixin.

 

Rêveberê Beşa Neştergerî yê li Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê Dr. Elî Saqî ragihand, ji ber ku rûyê xort şewitiye, ew dê neştergeriyeke ciwankariyê jê re bikin.