Parlamenterê berê yê Tevgera Goran: Goranê tevlîhev kiriye
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder sedema dest ji karkişandina xwe ya ji partiya xwe eşkere kir û da zanîn, ku ev 40 roj in wî dest ji Goran berdaye.
Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand: “Ev 40 roj in min dest ji Tevgera Goran berdaye. Gelek sedemên dest jê berdana min hene lê nikarim niha behsa hemûyan bikim.”
Heyder herwiha got: “Sedema sereke ew e, ku Tevgera Goran ji ber nakokiyên xwe yên li gel desthiladarên Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistan û Bexdayê jî li gel mafên destûrî yên gelê Kurdistanê tevlîhev kiriye. Ji ber vê li Bexdayê parastin û berevanîkriina mafên dest3urî yên gelê Kurdistanê piştguh xistiye.”
Mesûd Heyder, ku di vê xulê de parlamenterê Tevgera Goran bû li Parlamentoya Iraqê û da zanîn, ku ji vir û şûnde ew dê wek kesayetekî serbixwe kar bike.
Duh medyaya Goranê ragihand, ku ji ber Mesûd Heyder li gorî bernameyên tevgerê kar nekiriye ew ji Goran hatiye derxistin.