Ferhat Encu: Roboskî hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ragihand, ku gundê Roboskî yê li navçeya Qilabanê tê bombebarankirin.


 

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu berî çend xûlekan li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de ragihand, ku gundê Roboskî ya li navçeya Qilaban a Şirnexê tê bombebarankirin.


 

Ferhat Encu li ser twittera xwe belav kiriye, ku bombebaran li heman cihî çê bûye, ku bombebarana sala 2011ê çê bibû.


 

Encu herwiha daye xuyakirin, ku karwaneke 15 kesî ya welatiyên Roboskî ku karê bazirganiya ser sînor dikin, bûye armanc.



Parlamenterê HDPê yê Şirnexê di twitteke din de ragihand, ku li gorî zanyariyên destpêkê Vedat Encu (16) jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. Ferhet Encu tekez kir, ku hêj çarenivîsa çend kesan nayê zanîn.



Li gorî gotina Encu, gundî ber bi cihê bombebaranê ve diçin






Vedat Encu