Li Kampa Domîz ji ber agir 2 zarok mirin

Kampa Domîz (Rûdaw) – Şeva din saet 01.00an agir bi kampa Domîz ket û ji ber wê yekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha dayîk û bavê zarokekî 10 salî jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li kampê ragihand ku ji ber agir bi çadirekê ket û 3 kes bûn qûrbanî.

Li gor zanyariyan di cih de 2 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Dayîk û bavê zarokekî 10 salî bi rêjeyekî zêde şewitîn û ji bo çareseriyê birin nexweşxaneyê.

Heta niha nayê zanîn agir ji ber çi rûdaye.

Heftiya borî jî çadirek li kampa Domîz şewitî. Berî çend rojan jî bahozekî zêde li kampa Domîz dabû û ji ber wê yekê nêzî 60 kesî birîndar bûn.

Kampa Domîz dikeve parêzgeha Dihokê û zêdetirî 60 hezar penaberên rojavayê Kurdistan û Sûriyê lê dijîn. Piştî şoreşa gelan a li Sûriyê ya li dijî rejîma Beşar Esed, li Dihokê kampek ji bo penaberan hat dirûstkirin.