Di Doza Tahir Elçî de rûdaneke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza kuştina Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî de dozger daxwaza berdana 3 polîsên girtî kir.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 28ê Çiriya Paşîna 2015an Baroya Amedê ji bo ku balê bikişîne ser Minareya Çarling a dîrokî ya ku di encama şerê xendekan de xisar dîtibû daxuyaniyek dabû.

Serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî daxuyaniyê di encama gulebarana polîsan de canê xwe ji dest dabû.

Di dosyaya kuştina Tahir Elçî de tiştekî nû rû da.

Di îdianameyê de ji bo polîsên bi navê Sînan Tabûr, Fuat Tan û Mesut Sevgî bi sûcê “bi îhmalkariya bi zanebûn bûyîna sedema mirinê” ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.

Hat diyarkirin ku dozger ji bo Sînan Tabûr, Fuat Tan û Mesut Sevgî daxwaza berdanê kiriye.

"Ew roja reş bêguman dê rojekê ronî bibe"

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de got:

“Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 8 salan ji bo berdana sûcdarên doza serokê baroya me Tahir Elçî yê li ber bi dehan kamerayan hat kuştin daxwaz ji dadgehê kiriye.

Ew roja reş bêguman dê rojekê ronî bibe.”

Rûniştina doza kuştina Tahir Elçî dê 12ê Hezîranê li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were kirin.