Omer Ocalan: Miletê me Kurdistaneke azad heq dike

Sirûc (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan di mîtînga partiya xwe de got “Nûnertiya Kurdan jî di nav Partiya Çep a Kesk de ye. Em dibêjin êdî sedsala 21an bila bibe ya Kurdan. Miletê me Kurdistaneke azad heq dike. Miletê me mêtîngeriya li ser xwe qebûl nake.”

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê Partiya Çepên Kesk yekemîn mitînga xwe ya bajêr a hilbijartinên 14ê Gulanê li dar xist. Di mitîngê de coş û peroşeke mezin hebû.

Alîgirên Partiya Çepên Kesk bi kelecaneke mezin ber bi qada mitîngê ve meşiya. Ji ber ku cara yekemîn e partiya wan starta mitîngên hilbijartinê li navçeya wan a biçûk Pirsûsê dide.

Piştî lêgerîna asayîşê kesên ku xwe li qada mitîngê dibînin li ber muzîka bi coş berê xwe didin govendê.

Li Rihayê hem Partiya Çepên Kesk û hem jî Ak Partiyê hin berbijêrên xwe ji derve anîne. Lê kesên beşdarî mitîngê bûne hemû berbijêrên xwe ji nava malê dihesibînin.

Welatiyê ku beşdarî mîtîngê bû dibêje “Çepên me çepê Kesk e”

Beşdarvanê mîtîngê got, “Ji me re ferq nake ji derve were jî ferq nake, ji hindir ve jî were ferq nake.”

Welatyekî din anî ziman, “Ferq nake ji me re. Wekîlên ji derve jî were ji kuderê werin em tim li pişt rêya rast in. Rêya me tim yek e.

Beşdarvaneke jin a mîtîngê ragihand “Em dibêjin ew hilbijartin wê li Rihayê bi ser bikeve ji bo Kurdan ji bo Partiya Çep a Kesk.

Welatiyekî mêr dibêje, “Dixwazin bila milet berdin an bernedin, vê derê ji sedî sed dê dîsa derxe.”

Li Rihayê 14 kursî ji bo parlamentoya Tirkiyeyê hatine veqetandin. Li gorî berbijêrên Partiya Çepên Kesk ew cara yekemîn e li vî bajarî evqas nêzî serkeftinê ne.

Berbijêrê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Omer Ocalan got “Nûnerdtiya Kurdan jî di nav Partiya Çep a Kes daye. Em dibêjin êdî Sedsala 21an bila bibe ya Kurdan. Ev milet, ev gel azadiyê heq dike. Miletê me Kurdistaneke azad heq dike. Miletê me mêtîngeriya li ser xwe qebûl nake, ji bo wê em dibêjin bi xebata xurt emê di 14ê Gulanê de herin ser sindoqan. Emê partiya xwe bi xurtayî ji vê sindoqê derxin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Ruhayê berbijêrê yekem ê Partiya Çepên Kesk e. Ji ber ku li Ruhayê nifûseke berbiçav a ereban jî heye û Sancar jî ereb e, li gorî wan ev yek dê rêjeya dengên Partiya Çepên Kesk bilindtir bike.