IHD: Di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de 314 hezar û 502 girtî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafê Mirovan (IHD) îro diyar kir ku di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de 314 hezar û 502 girtî hene û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî amarên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan (IHD), heta 31ê Adara îsal di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de 314 hezar û 502 girtî hene. Hejmara girtiyên nexweş hezar 517 girtî ne, ji wan rewşa 651 girtiyên nexweş giran e.

IHDê her wiha destnîşan kir ku sala 2021an di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 46 girtiyan canê xwe ji dest dane. 15 ji wan nexweşan ji ber Koronayê canê xwe jidest dane.

IHDê li ser rewşa girtiyên nexweş daxwaz kir û got, “Girtiyên ku nexweşiyên giran li wan hene divê heta ku vegerin ser tenduristiya xwe bên berdan. Bi raporên Saziya Tiba Edlî ya "dikare di girtîgehê de bimîne" saziyê baweriya xwe li ber çavê civakê winda kiriye. Tevî raporên nexweşxaneyên dewletê û yên zankoyan ji bo girtiyan, Saziya Tiba Edlî berovajî van raporan tevdigere û dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daneyên avakirina girtîgehan li gor salan wiha ye;

Sala 2006 - 7 girtîgeh

Sala 2007 - 8 girtîgeh

Sala 2008 - 13 girtîgeh

Sala 2009 - 8 girtîgeh

Sala 2010 - 7 girtîgeh

Sala 2011 - 2 girtîgeh

Sala 2012 - 14 girtîgeh

Sala 2013 - 10 girtîgeh

Sala 2014 - 14 girtîgeh

Sala 2015 - 18 girtîgeh

Sala 2016 - 38 girtîgeh

Sala 2017 - 12 girtîgeh

Sala 2018 - 15 girtîgeh

Sala 2019 - 26 girtîgeh

Sala 2020 - 23 girtîgeh

Sala 2021 - 32 girtîgeh hatine çêkirin.