Serok Barzanî sersaxî ji siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay re xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber koça dawî ya birayê siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

 

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî:

 

Birêz Kek Kemal Burkay

 

Bi xem û dilgiraniyê ve nûçeya koça dawî ya Kek Mistefayê birayê we yê birêz gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li we yên birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanin.

 

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruh û giyanê Kek Mistefa bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bi malbat û kesukarên we yên birêz bibexşê û nexweşiya we ya dawî be.

 

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

29.04.2019