ENKS: Bila hêzên çekdar ji Efrînê vekişin
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz kir ku hêzên leşkerî yên Tirkiye û grûbên çekdar li herêma Efrînê vekişin.
Emîndariya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku bi tevê hêzên leşkerî yên Tirkiyê, tevahiya hêz û grûbên çekdar ji Efrînê derbikevin.
Di daxuyaniyê de ENKSê daxwaz kir ku rê li pêşiya xelkê Efrînê were vekirin ji bo ku bi ewlehî vegerin malên xwe û karûbarên xwe bê destêwerdan bi rê ve bibin.
Li gorî daxuyaniyê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di civîna xwe ya asayî de daxwaza bi belgekirina binpêkirinan û guhertina demografiya Efrînê jî kiriye û her weha daxwaza parastina navdewletî ji bo herêmê kiriye.
Di heman daxuyaniyê de ENKS reftar û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên li hember ENKSê û girtina endam û serkirdeyên wan jî şermezar kir.