Bavekî ji Kobaniyê: Ciwanên Şoreşger keça min a 16 salî biriye

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Qewasê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Ciwanên Şoreşger keça wî ya 16 salî biriye û ew keça min venagerînin.

Mihemed Qewas li nava bajarê Kobaniyê li kêleka peykerê Arîn Mîrkanê rawestiyaye, vîdeoya 4emîn belav kiriye.

Wî berê jî sê vîdeo belav kiribûn û li gorî gotina wî, Ciwanên Şoreşger keça wî li malekê veşartine û nahêlin derkeve derve û vegere malê.

Qewas da zanîn ku nav keça wî Wehîd e û 16 salî ye wî tenê ew keçik heye.

Mihemed Qewas ji aliyên pêwendîdar dixwaze ku keça wî vegerînin.

Bi gotina wî keça wî dixwaze vegere mala xwe lê Ciwanên Şoreşger bernadane.

Mihemed Qewas rica dike û dibêje:

"Keça min bînin, eger hûn neynin, ez dê roja yekê ji cejnaê seat 12:00ê zererê bigihînim xwe, hûn dê wê demê bibînin."

Wî bang li rêxistina Jinê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina jinê (YPJ) û rêxistinên Rêveberiya Xweser kiriye da ku keça wî vegerînin.