Li Dîlokê cenazeyê jinekê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê şeva borî cenazeyê jinekê hat dîtin.

Di lêkolînê de diyar bû ku jin bi guleyê hatiye kuştin.

Li ser rêya Dîlok-Belqîsê di kîlometreya 11emîn de welatiyan cenazeyê jinekê dît û tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di kontrolan de diyar bû ku jinik bi guleyê hatiye kuştin.

Tîman cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat tesbîtkirin veguhast morga Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Dîlokê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.