Tirkiyeyê 135 koçberên ji Sûriyeyê dersînor kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê jin û zarok jî di nav de 135 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa North Pressê, Tirkiyeyê 28 jin û zarok jî di nav de 135 Koçberên ji Sûriyeyê dersînorî Girê Spî kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) 28ê Adarê raporek belav kir û tê de ragihang ku Tirkiyeyê bi zorê bi hezaran koçberên Sûriyeyê dersînor kirine û wan li navçeya Girê Spî ya dagîrkirî bi cih dike.

Di vê derbarê de, Alîkarê Rêveberê Rojhilata Navîn yê HRWyê Adam Coogel got:

“'Vegera bi dilê xwe' ya ku Tirkiye li 'herêmên aram' bi cih tîne, piranî di darê zorê çêdibe, di encamê de metirsî û bêhêvîbûnê li pey xwe tîne.”

Herwiha Coogel diyar kir, “Soza Tirkiyeyê ya avakirina 'herêmên ewle' vala ye ji ber ku Sûriyeyî ji bo xwe ji şert û mercên nemirovane yên li Girê Spî rizgar bikin, neçar dibin ku dest bi seferên xeternak bikin.”

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, di navbera salên 2019-2023yan de Tirkiyeyê zêdeyî 57 hezar koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê, Çiriya Pêşîna 2019an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hat derxistin û hatin dagirkirin.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li bermaberî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.