Roja civîna 4 dewletan a bo Sûriyê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê, dê 3-4ê Nîsanê li paytext Moskowa Rûsyayê bê sazkirin.

Li gor Sputnikê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Abdullahiyan di dema serdana Moskowê de ragihand, civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê, dê 3-4ê Nîsanê li Moskowê bê sazkirin.

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê, ku dê 15-16ê Adarê di asta cîgirên wezîrên derve de bihata kirin, bo demeke ne diyar hatibû paşxistin.

Parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan derbarê paşxistina civînê de ji Rûdawê re gotibû: “Berî civîna di asta wezîrên derve de, divê em wek pêngavên destpêkê li ser çend xalan li hev bikin. Divê hêzên dagirker ên Tirkiyê ji axa rojavayê bakurê Sûriyê bi temamî vekişin û ev ax bo Artêşa Ereb a Sûriyeyî bê radestkirin.”