Zaxo; Kalemêrekî 71 salî ji çiya ket xwarê û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Zaxo ragihand, îro danê nîvro li nêzîk Komelgeha Xêlexê kalemêrekî 71 salî ji ser çiyayekê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Zaxoyê, Nehşet Selman ji Rûdawê re ragihand, “Îro demjimêr 12:00ê nîvro li nêzîk Komelgeha Xêlexê zilamekî 71 salî yê bi navê T.R.S ku ji bo çinîna giyayên biharê çûbû ser çiya, ji çiyayekî bilind ketiye xwarê û serê wî li kevirekî mezin ketiye û di cih de canê xwe ji dest daye.”

Berdevkê Polîsê Zaxo herwiha diayr kir, “bi biryara dadwer lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kir û li gor encamên lêkolînê, derket holê ku ev zilam bi tenê çûye ser çiya.”

Nehşet Selman herwiha got, “malbat û kesûkarên wî zilamî têkildarî bûyerê li dijî ti kesî gilî tomar nekirine.”

Qezaya Zaxoyê ser bi parêzgeha Duhokê ve ye û ji 20ê Îlona 2021ê ve wek îdareyeke serbixwe hatiye ragihandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 28 Tîrmeha 2021 de biryar dabû herdû qezayên Soran li parêzgeha Hewlêrê û Zaxo li parêzgeha Duhokê bibin rêveberiyên serbixwe.

Roja 20ê Îlona 2021ê jî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo bi fermî hatibû ragihandin û Guhdar Şêxo wek Serpireştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo hatibû diyarkirin.