Zanayên olî: Eger xetere hebe dibe nimêja Înê neyê kirin

Amed (Rûdaw) - Li gel tirsa Koronayê jî li Amedê bi dehan hezar kesan bi hev re berê xwe dan nimêja Înê û mizgeft tijî kirin. Zanayên olî jî dibêjin eger xetereya vîrûsa Koronayê hebe mirov dikare nimêja Înê neke.

Lê hemwelatiyên bawermend jî dibêjin, divê di her şert û mercî de nimêja Înê bê kirin û herwiha beşek ji wan jî di wê baweriyê de ne ku nimêja Înê dê wan ji Koronayê biparêze.

Hemwelatiyê bi navê Ridwan Tekîn ji bo nimêja Înê berê xwe daye Mizgefta Mezin a Amedê. Her çiqas tirsa belavbûna vîrûsa Koronayê li ser dilê wî rûniştibe jî ew wisa bawer dike ku nimêj dê wî ji nexweşiya Koronayê biparêze.

Ridwan Tekîn dibêje, “Were jî em ê bên. Roja Înê herkes tê. Yanî mimkun nîne, kes dest ji cumayê bernade. Korona hebe jî em dê bên. Înşela nayê, em natirsin. Korona înşela nayê Amedê û dê neyê jî.”

Li gorî hin zanayên ola îslamê eger xetereya belavbûna vîrûsa Koronayê di nava xelkê de hebe, mirov dikare nimêja Înê heta demeke pêwîst bi paş de bixe. Di ola îslamê de rê û rêbazên vê yekê hatine diyarkirin.

Serokê Diyanet-Sena Amedê Omer Evsen diyar dike, “Wextê nexweşî bibe caîz e ku li vî welatî heftiyek, du hefte, çend hefte pêwîst bike nimêja Înê neyê kirinê. Tenê li mizgeftan bang bê dayîn bes e. Di rewşeke wisa de kes neyê ba hev jî tiştek nabe.”

Di serî de li Amedê li tu bajarekî Kurdan nexweşiya Koronayê nehatiye tomarkirin. Ji ber vê yekê jî xelk di çûna cihên qelebalix de heta niha jî texsîr nekiriye. Qelebalixiya li mizgeftan vê yekê bi awayeke berbiçav nîşan dide.

Hemwelatiyê bi navê Mehmûd Menteş, dibêje, “Wileh ez natirsim çima ez ê bitirsim? Rojek beriya rojek mirov dimire. Rojek mirin tê ber derî.”

Hemwelatiyê bi navê Ehmed Çaxir jî diyar dike, “Wileh em natirsin. Xwedê çi gotibe dê weke xwedê be. Em natirsin.”

Herwiha hemwelatiyê bi navê Resûl Yalçin jî radigihîne, “Gerek tu herî nimêj bikî. Korona hebe gava tu nimêj nekî û tu bimirî tu dê li wê dinyayê çawa bikî?”

Ji ber ku heta niha ti kes li Amedê bi nexweşiya Koronayê neketiye, li kuçe û kolanan çûn û hatina xelkê gelek asayî ye. Jiyana rojane weke rojên berê her berdewam e.