Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Nexweşxaneyeke Rihayê / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyan de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Kendirciyê îro ji ber sedemeke nediyar di navbera du aliyan de pevçûna bi çekan derket.

Di pevçûnê de kesekî bi navê Fatîh Dag bi çekê hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Rihayê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.