Feysel Yûsif wek Kordînatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê kongreya xwe li bajarê Qamişlo li darxist, Feysel Yûsif careke din wek Kordînatorê Giştî yê tevgerê hat hilbijartin.

Di kongreyê de ku duh 29ê Çileya 2023an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, nêzîkî 115 endamên Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê amade bûn. Endamên kongreyê ji Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û Ewropayê ve tevli kongreyê bûn.

Di salona kongreyê de gelek pankart û nivîs bi dirûşmên wek “Efrîn û Serê Kaniyê beşeke qutnebûyî ji navçeyên Kurdî yên li Sûriyê ne”, “Mafên gelê Kurd û demokrasî li welat ji kokekê ne û ji hev nayên veqetandin”, “Zêdekirina rola tevgerê û berfirehkirina wê ya gelêrî li hemû navçeyên Kurdî”, “Pêşxistina ENKSê ber bi berxwedanî û sazîkirinê ve”, û xebata ji bo “nasandina mafên gelê Kurd di destûrê de” hatibûn daliqandin.

Herwiha di kongreyê de ji bilî rewşa rêxistinî, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Di dawiya kongreyê de, Feysel Yûsif careke din wek Kordînatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê hat hilbijartin.