Ji Amerîka û Brîtanyayê piştgirî ji bo civîna PDK û YNKê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî civîna roja Şemiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ku ev demek e pirsgirêkên wan bibû sedema krîzê di Hikûmeta Kurdistanê de, ji Amerîka û Brîtanyayê peyamên piştevaniyê hatin.

Piştî civîna bilind a PDK û YNKê ya roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê Konsulxaneyên Amerîka û Brîtanya yên li Hewlêrê di daxuyaniyên xwe de peyama piştevaniyê dan.

Konsulxaneya Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de kêfxweşiya xwe ji civînê anî ziman û Amerîkayê jî di peyama xwe de got, “Malbateke yekgirtî dê her dem serfiraz be.”

Daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê li ser Twitterê hatiye dayîn de hat gotin, “Brîtaniya bi kêfxweşî pêşwaziya danûstandinên di navbera YNK û PDKê de dike. Ji bo dîtina zemîneke hevbeş ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê gaveke girîng e. Em ê li benda civîna bê ya ku tê de mijarên sereke werin nîqaşkirin bin.”

Amerîka: Malbateke yekgirtî dê her dem serfiraz be

Piştî civîna her du aliyan peyamek jî ji Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê hat. Di daxuyaniya li ser hesabê fermî yê Konsulxaneya Amerîkayê ya Twitterê de hat gotin, “Em pêşwaziyê li gavên hevkarên me yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera wan de di berjewendiya neteweya xwe de. Bi hev re dikarin bigihin asta herêmeke berxwedêr li Kurdistanê. Malbateke yekgirtî dê her dem serfiraz be.”

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku ev demek e di nava aloziyê de ne, piştî navbereke dirêj li Silêmaniyê hatin cem hev. Civîna ku li baregeha polîtburoya YNKê hat lidarxistin, nêzî 4 demjimêran berdewam kir. Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinê de hat destnîşankirin ku her du aliyan li hev kirine ku dema derfet çêbibe careke din bicivin.