Kampanya dersa Kurdî bazara pirtûkên Kurdî geş kir

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê hin sazî, însiyatîf, tevger û platformên zimanê Kurdî ji bo zarokên ku dersa bijarte hilbijartine Kampanyaya Pirtûkên Kurdî yên Zarokan dan destpêkirin. Kampanya roj bi roj berfirehtir dibe. Digel ku tenê çend roj in ev kampanya hatiye destpêkirin jî ji niha de vê kampanyayê bandora xwe ya erênî li ser bazara weşanxaneyên kurdî kiriye.

Mem Bawer ev 10 sal in karên weşangeriya kurdî dike. Weşanxaneya wan Morî tenê pirtûkên zarokan çap dike. Piştî ku li bajarên kurdan û tevahiya Tirkiyê kampanyaya hilbijartina dersa bijarte hate destpêkirin, bazara pirtûkên wan jî geş bûye.

Lewre hin sazî, însiyatîf, platform û kesayetan ji bo zarokên ku dersên bijarte hilbijartine kamyanyaya komkirina pirtûkên zarokan dan destpêkirin. Bi saya vê kampanyayê di nava çend rojan de tenê ji Weşanxaneya Moriyê 5 hezar pirtûk hatine kirîn. Ev ji bo weşanxaneyeke pirtûkên kurdî yên zarokan rekor e.

 Xwediyê Weşanxaneya Morî  Mem Bawer dibêje: “Hem ji aliyê Ewropayê, hem jî li Amedê li van deran dixwazin ji bo zarokan alîkariyê bikin û dixwazin van pirtûkên zarokan bikirin û li van zarokan belav bikin. Ev weke dilopeke baranê ye. Înşela ev dilop bibe lehî.”

Songul Keskîn jî berpirsyara Weşanên Avestayê ye. Ew jî ligel pirtûkên wêjeyî hin pirtûkên kurdî yên zarokan jî çap dikin. Piştî kampanyaya dersa bijarte cara yekemîn e ku kelecaneke evqas mezin dibîne.

Berpirsyara Weşanxaneya Avestayê Songul Keskîn jî got: “Zarok gelek muhîm in. Pêşeroja ziman ew in. Ji bo wan belkî gelek weşanxane vebin. Ger piyase hebe, kes bistînin ez dibêjim dê dorê nedin hevû din. Heta tirk dê ji me zêdetir derxin. Wê bandora xwe li ser her tiştî bike. Ne tenê li ser weşanxaneyan. Li ser muzîka kurdî jî bike li ser filîman jî bike, li ser kitêban jî bike. Ji ber ku materyal lazim in ji bo wan zarokan.”

Piştî ku kampanyaya komkirina pirtûkên zarokan hate destpêkirin Weşanxaneya Nûbiharê soza 5 hezar pirtûkan, Avestayê soza hezar pirtûkan, Weşanên Hîvda û Hezkurdê jî soza 3 hezar pirtûkên zarokan dan. Gelek kesan jî soz dane li gorî hêza xwe ji zarokên ku dersa bijarte ya kurdî hilbijartine re pirtûkan bikirin.