REAL GRAFIK – Zindana Sînaa û êrişa DAIŞê
Hewlêr (Rûdaw) - Zindana Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê roja 20ê vê mehê rastî êrişeke berfireh a DAIŞê hat. Her çiqas zindan û rewş ji aliyê şervanên HSDê ve hatibe kontrolkirin jî, metirsiya şaneyên razayî yên DAIŞê li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê zêde bûye. Gelo, ew êriş çawa çêbû, çekdarên DAIŞê ji kîjan deveran hatin, girîngiya zindana Sînaa çi ye?
Sala 2021ê, hejmareke serkirdeyên navçeyê û cîhanê hişyarî dan, ku DAIŞ hewla xwe rêkxistin û xurtkirina êrîşên xwe dide.
Dawiya 2021ê, DAIŞê êrişên xwe li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de zêde kirin.
Lê tiştê ku roja Pêncşema 20ê vê mehê li zindana Sînaa li taxa Xiwêran li Heseke çêbû, wek mezintirîn êrîşa DAIŞê tê naskirin, piştî ku di di bihara 2019an de li Baxoza Dêrezorê şikestibû.
Bi amaran zindana Sînaa û êrişa DAIŞê;
- Girtîgeha Sînaa li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye
- Ew berê dibistan bû, lê ji bo zindanê hatiye veguhertin
- Nêzîkî 3 hezar û 500 endam û kesûkarên DAIŞê tê de girtî bûn, ku zêdeyî du li ser sê yên wan xelkê Iraqê ne, ew ên din beşek xelkê Sûriyê û yên din jî ji welatên din ên cîhanê ne
Li gor daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSDê:
- Derdora demjimêr 19:30ê êvara 20 Çileyê 2022an, DAIŞê otomobîlek û motorekî bombebarkirî li nêzîkî deriyê girtîgehê teqandin
- Pişt re şer û pevçûn di navbera hêzên pasevaniya girtêgehê û çekdarên DAIŞê de, ku ji başûrê Hesekê hatibûn, li nêzîkî girtîgehê çêbûn
- Piştî wê, çekdarên DAIŞê 3 tankerên petrolê li nêzîkî zindanê teqandin, da ku dûman ezman bigre û balafirên şer wan nebînin û nikaribin wan bombebaran bikin
Îtîrafên çekdarên DAIŞê
- Hevdem li gel wê yekê, endamên DAIŞê li nav zindanê dest bi tevliheviyê kirin, êrişî hêzên ewlehiyê bûn û êrîşî tîmên pizîşkî û çêkirina xwarinê û pasevanên nav zindanê kirin û hewl dan birevin
- Çarenivîsa tîmên nav zindanê ne diyar e
- HSD diyar dike, hejmareke kêm ji endamên DAIŞê, xwe gihandin avahiya kolejekê li nêzîkî zindanê
- HSD radigihîne, li gorî itîrafên çekdarên DAIŞê, hatiye piştrast kirin, ku ev 6 meh in DAIŞê amadekarî û plan ji bo wê êrîşî daniye
- Li gor zanyariyên HSDê, bi kêmanî 200 çekdarên xwekuj di wê êrîşê de beşdar bûn, beşek wan ji navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî û Iraqê çûn
Deverên şer
- Li taxên Xiwêrana Rojhilat, Zuhûr û meydana Panorama, şer û pevçûnên dijwar çêbûn
- Bi kêmanî 175 endam û çekdarên DAIŞê hatin kuştin
- 160 ji wan çekdarên ku ji derve êrîş zindanê kiribûn û 15ê din jî, ew ên ku hewl dabûn ji zindanê birevin
- Di rûbirûbûna êrîşa DAIŞê de, nêzîkî 10 hezar şervan û hêzên Asayîşa Navxwe ya Rêveberiya Xweser beşdar bûn
- 27 şervan di êrişên DAIŞê de şehîd bûn
- Heta niha 550 çekdar û endamên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine
Piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî
- Di rûbirûbûna êrîşê de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşên esmanî alîkariya HSDê kirin
- Hejmareke sînordar a hêzên bejayî jî ji bo parastina asayîşa navçeyê, bi zirîpoşên curê Bradlî, li kolanên Xiwêran û derdorê hatin bicîhkirin
- HSD dest danî ser çend tunêlên veşartî, ku DAIŞê ji bo veguhestina çekan bikaranîbûn û herwiha di wan tunêlan de dest danî ser çekên wek Doşka
- Zêdetirî 700 zarok û ciwan li nav zindanê hebûn, DAIŞê ew weke mertalên mirovî bikar anîn
- Ew zarok û ciwan kesûkarên DAIŞê bûn, li cihekî taybet li zindanê bûn, lê piştî êrîşê çûn beşên din ên zindanê
- Roja Çarşemê 26ê Çile, HSD kontrolkirina zindanê bi temamî ragihand