SERDEŞT – Bi dehan kolber ketin bin aşûtê
Hewlêr (Rûdaw) – Li ser bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kolber ketin bin aşûtê û heta niha 12 kes ji wan hatine rizgarkirin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî zanyariyên Rûdawê li nêzîk gundê Bêwiranê ya Serdeştê aşût bi ser kolberan de hat.
Piştî bûyerê bi alîkariya gundiyan û tîmên hawarçûnê 12 kolber bi zindî ji bin berfê hatine derxistin.
Herwiha hate gotin, rewşa 2 kes ji wan xirab e di nexweşxaneyê de di bin çavdêriya doxtoran de ne.
Hate zanîn, ku 3 kolberên din di bin berfê de jiyana xwe ji dest dane. Navê kesên jiyana xwe ji dest daye wiha ne; Elî Mihemed Necat (18) xelkê Serdeştê ye, Şêrzad Ebdulahî (27) xelkê Serdeştê ye û Hîwa Îbrahîmî (22) xelkê bajarê Baneyê ye.
Tê gumankirin hejmara kolberan zêdetir be. Karê lêgerînê berdewam e.