SIRÛC - Xirîstiyanan bi Kurdî Christmas pîroz kir: ‘Wekî gawiran li me dinêrin’

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanên welatiyên Xirîstiyan bi govend û îlahiyên Kurdî Cejna Christmasê pîroz kir.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê wekî her sal îsal jî Cejna Christmasê wate jidayikbûna Pêxember Îsa hat pîrozkirin.

200 kes beşdarî merasîmê bûn û merasîmê bi duayan dest pê kir.

Piştre zarokan bi hev re îlahiyên Kurdî gotin û mezinan jî li ber stran û dîlanên Kurdî Cejna Christmasê pîroz kir.

Keşeyê Dêra Rihayê Mustafa Ekrem Polatsoy derbarê çalakiya wan a Cejna Christmasê ji Rûdawê re axivî.

Mustafa Ekrem Polatsoy ragihand ku ew 17 sal in bûye Xirîstiyan û got:

“Ev 10 sal in jî her sal van rojan 24 heta 26ê mehê em cejna bûyîna Îsa Mesîh pîroz dikin.”

“Wekî gawir û kafiran li me dinêrin”

Mustafa Ekrem Polatsoy diyar kir ku salên destpêkê li navçeyê gelek kes beşdarî merasîma Cejna Christmasê nedibûn û anî ziman:

“Mirovên me Îsa Mesîh nas nedikir. Kêm diçûn û dihatin lê roj bi roj piştî ku wan nas kir mirov hîn zêdetir bûn û çûnûhatin jî zêdetir bû.

Em jî ji ber vê her sal çalakiyeke pîrozbahiyê saz dikin.

Her sal ji saleke din xweştir û geştir derbas dibe. Her wiha bi kêfxweşî derbas dibe.”

Keşeyê Dêra Rihayê behsa pirsgirêk û astengiyên ku Xirîstiyanên li Rihayê rûbirûbû dibin jî kir û got:

“Li bajarê me gelek bawermendên Îsa Mesîh hene. Hinek xwe eşkere dikin û dibêjin em Mesîhî ne lê hinek xwe eşkere nakin.

Ji ber ku xelk Îsa Mesîh nas nake, bi şiklekî din me dizanin.

Wekî gawir û kafiran li me dinêrin lê nizanin gawir û kafir çi ne.

Dema ji me dipirsin em ji wan re wateya gawir û kafir rave dikin.

Piştî ku ev yek hat famkirin ji me daxwaza lêborînê dikin.

Ew jî fam dikin ku em ne kafir û gawir in û bawermendên Mesîh û şopdarên wî ne.

Wê demê fam dikin ku em ji Xwedê bawer dikin, Xwedê dizanin û Xwedê nas dikin.”