Serokê PWKyê: Ji bo berpirsên komkujiyê bêne darizandin divê gav bêne avêtin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser komkujiya Robozikê got, “Ji bo berpirsên vê qetlîamê bêne darizandin, divê gavên pêwsît bêne avêtin.”
13 sal di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re derbas bûn ku 19 ji wan zarok bûn.
Di Komkujiya Robozikê 34 welatiyên sivîl bi bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin.
Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê, şeva 28ê Kanûna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê dikirin li devera Heftanînê bombebaran kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi peyamekê komkujiya Robozikê bi bîr anî û got ji bo berpirsên komkujiyê bêne darizandin, divê gavên pêwsît bêne avêtin.
“Dewleta Tirkiyeyê hîn jî qurbaniyên qetlîamê sûcdar dike”
Peyama Mustefa Ozçelîk wiha ye:
““Di 13emîn salvegera qetlîama Robozikê de, şehîdên Robozikê, li vê qetlîama ku Dewleta Tirkiyeyê kiriye ya ku hîna jî weke 'faîlî maçhûl maye temaşe dikin.
Dewleta Tirkiyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbaniyên qetlîamê sûcdar dike.
Şehîdên Robozikê û wîjdanê mirovahiyê, bi awayekî ecêb mayî temaşeyî wê cîhana ku li himberî vê qetlîamê hîna jî wekî ker û koran tevdigerin dike.
Belê, şehîdên Robozikê li me, li yên dibêjin 'Em qetlîama Robozikê ji bîr nakin' temaşe dike.
Şehîdên Robozikê, li gotinên me yên 'Em Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Melle Mistefa Barzanî, Helebce û Enfalê ji bîr nakin' guhdar dike.
Şehîdên Robozikê li me, li yên dibêjin 'Em şehîdên xwe ji bîr nakin' lê dîsa jî her roj bi dehan kesan şehîd didin temaşe dike.
Şehîdên Robozikê, li ewên ku bi ezeztiya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, dibin sebep ku rêya azadiyê zehemettir û dirêjtir bibe temaşe dike.
Şehîdên Robozikê, li ewên ku bi ezeztiya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, berhemên hemû fedekarî, şehadet û berxwedanên gelê me lawaz dikin temaşe dikin.
Ewên ku ji bo yekitiyeke neteweyî, sekneke neteweyî, hişmendiyeke neteweyî çênebe û nekemile, çi ji destên wan tê dikin, belê şehîdên Robozikê li wan temaşe dikin.
“Şehîdên Robozikê çi ji me dixwazin?”
Baş e, çi ji me dixwaze, çi ji me divên şehîdên Robozikê?
Şehîdên Robozikê, ji me re dibêjin: Yên di nav partiyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek, yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin, yên nikarin hevkariyan bikin bila di nav dan û stendin û diyalogan de bin, yên nikarin diyalogan jî bimeşînin, bila dijminatiya hev nekin.
Şehîdên Robozikê, li Bakurê Kurdistanê li benda partiyeke xurt, girseyî, milî, demokrat in, li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in, li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd, hevkariyeke berfireh pêk were û bi vê hevkariyê hemû aliyên Kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkiyeyê.
Şehîdên Robozikê, li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêziya gelê me, hikûmeteke xurt a yekgirtî, milî, niştimanî bê avakirin û ev hikûmet bikaribe yekitiya dezgehên pêşmerge, ewlehî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftiyên federalî biparêze û bi pêş de bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wekî yek aliyekî tevbigerin, bibin mixetab.
Şehîdên Robozikê, li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku li ser hişmendiya Mitabaqata Dihokê, li gorî şerdên îroyîn, îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, siyasî, dîplomasî ya hemû partiyên Kurdan bê avakirin.
Li benda wê yekê ne ku bi yekgirtineke netewî, rê li statuyeke siyasî ya netewî bê vekirin.
Li benda wê yekê ne ku hemû aliyên Kurdan li gel rêvebiriya Şamê, li gel hemû dewletan, bi yek dengî û yek helwestî wekî terefê Kurdî bibin mixetab.
Şehîdên Robozikê dibêjin, mimkun e ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber deriyê xwişk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê.
Ji bo ku karibin van firsendan baş bi kar bînin û ji bo gelê me destkeftinan bi dest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên neteweyî, demokratîk pêk bînin.
“Îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi wê yekîtiye heye”
Belê, şehîdên Robozikê û hemû şehîdên me dibêjin, îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendiya neteweyî, demokratîk, li her perçeyekî Kurdistanê hevkarî û tifaq bêne hûnadin, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê de jî tor û mekanîzmayeke ku karibe koordînasyon, hevahengî, diyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re diyarkirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.
“Berpirs dê rojekê bên darizandin”
Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku qetlîama Robozikê û qesas û berpirsên wê rojekê dê bêne darizandin.
Belê, me qetlîama Robozikê ya ku şeva 28ê Kanûna Pêşîn a 2011an ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve kirin ji bîr nekiriye, em dê ji bîr nekin.
Em vê qetlîamê şermezar dikin.
Ji bo qetlîmên nû rûnedin, pêwîstiya me bi hevgirtin, hevkarî, tifaqên neteweyî heye, pêwîstiya me bi welatekî azad û di welatê xwe yê azad de bi jiyaneke adil û azad heye.
Em şehîdên Robozikê û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.
Em bangî Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dezgehên pêwendîdar ên cîhanê dikin ku ji bo qesas û berpirsên vê qetlîamê bêne darizandin, gavên pêwîst bavêjin.”