Li Erzingan û Dîlok û Qersê qezayên trafîkê: 2 kes mirin û 47 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw)- Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê minîbûs û barhilgirek li hev qelibîn û di encam de 2 kes mirin 5 kes jî birîndar bûn.

Li Bakurê Kurdistanê ji ber hewaya zivistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Li parêzgeha Erzinganê jî otobûsa veguhestina rêwiyan ji ber rewşa keş û hewayê wergeriya û di bûyerê de 27 kes birîndar bûne ku rewşa kesekî giran e.

Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu ragihand ku otobûseke Şaredariya Kartalê ya Stenbolê li ser rêya Erzingan û Sêwazê wergeriyaye.

Rewşa birîndarekî Dîlokê giran e

Li gorî gotina Hamza Aydogdu li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.

Hat zanîn ku di ji ber qezayê 27 kes birîndar bûne û rewşa kesekî jî giran e.

Hamza Aydogdu li ser bûyerê got:

“Li gorî zanyariyên me otobûsa ji Stenbolê bi rê ketiye ji bo veguhestina cenazeyê kesekî hatiye bikaranîn. Lê di rê de wergeriyaye.”

Li parêzgehê barîna berfê berdewam e û bandoreke nerênî li çûn û hatinê jî kiriye.

Li Qersê 15 kes birîndar bûn

Li aliyê din li Qersê jî otobusek qulibî, li gor agahiyên destpêkê 15 kes birîndar bûn.

Otobusa bi plaqeya 36 AAS 084 ku Ramazan Înanpolat diajot, li ser rêya Qers-Erzeromê li nêzîkî gundê Olukluyê ji rê derket û qulipî.

Gelek tîmên tenduristiyê û cendirme, îtfaiye, polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê da li gor agahiyên sereke 15 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan kirin.

Li herêmê bi navber berf dibare.