MÊRDÎN – Zeyneb li kolanê hat kuştin!

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Zeyneb Gula 31 salî dema li kolanê bi re ve diçû hat kuştin.

Bûyerê li navenda Mêrdînê rû da. Kes an kesên ku nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin bi çekan êrişî Zeynebê kir û reviyan.

Li ser agahdarkina xelkê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê êrişê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Zeynebê li cihê êrişê canê xwe ji dest daye û termê wê veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdîne.

Li aliyê din, polîsan ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatan kir.