Ji karsazê Kurd bo 10 hezar zarokan pêlavên zivistanê

28-12-2022
Necmî Orta
Nîşan Yilmaz Uzeyiroglu Karsazê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lijneya Rêvebir a Kompaniya Avahîsaziyê ya Uzeyirogluyê karsazê Kurd Yilmaz Uzeyiroglu da zanîn ku ew dê wek her sal îsal jî ji zarokên li bajarên Bakurê Kurdistanê re 10 hezar pêlavên zivistanê bişînin. Uzeyiroglu herwiha gazinan ji karsaz û serokên eşîrên Kurd jî kir.

Karsazê Kurd Yilmaz Uzeyiroglu, Serokê Lijneya Rêvebir a Kompaniya Avahîsaziyê ya Uzeyirogluyê ku li Îzmîr, Stenbol û Kuşadasiyê dixebite, da zanîn ku ew dê li Amed, Agirî, Wan, Qers, Çewlig, Mûş, Sêrt, Colemêrg, Êlih û Cizîrê bi giştî 10 hezar botên zivistanê ji zarokan re bişînin.

“Em ne li benda piştgiriya ti kesî ne”

Karsazê navdar ê Kurd Uzeyiroglu ji Rûdawê re diyar kir ku 10 sal in ew vê kevneşopiyê didomînin û got “ Em vê yekê wek Kompaniya Uzeyiroglu bi derfetên xwe dikin. Em ji ti kesî an aliyekî bêyî ku çaverêyî piştgirî an jî hevgirtinê vê yekê dikin.”

Yilmaz Uzeyiroglu dibêje “Zivistan hat û em naxwazin li herêma me li gund û bajaran piyên zarokên me bicemidin. Me hemûyan di zarokatiya xwe de vana dîtiye an jî jiyaye. Em vî karî bi temamî ji bo armancên mirovî dikin, ne ji bo ti îdeolojî û nêrîneke siyasî.”

Karsazê Kurd, anî ziman ku wan di destpêkê de ji bo zarokên Agirî û derdora wê pêlavên zivistanê şandine, û ew dê di dema pêş de bi heman şêweyê ji bo zarokên li Amed, Wan, Qers, Çewlik, Mûş, Sêrt, Colemêrg, Êlih û Cizîrê jî bişînin.

Uzeyiroglu diyar kir ku wan ev alîkarî bi rêya dost û hevalên xwe yên li herêmê belav kirine û spasiya wan kir.

Rexne li karsaz û serok eşîran kir

Karsazê xêrxwaz ê Kurd Uzeyiroglu dawet û şahiyên bi şatafat ên ku li herêmê gelek caran dibin mijara nûçeyên magazînê jî rexne kir û wuha pirsî “Binêrin, em gelek caran dibihîzin ku di daweteke eşîretî de bi milyonan lîre pere û zêran bi bûk û zavê ve dikin. Lê gelo giregir û serokên eşîrên ku li ser pişta wan mirovan dijîn, li şûna vê yekê difikirin ku pêwîstiyên zarokên dicemidin peyda bikin?

Uzeyiroglu rexne li karsazên Kurd jî kir û wiha dibêjê “Bi heman şewêyî mixabin karsazên Kurd jî di vê mijarê de pir bêhestiyar nêzikî vê yekê dibin. Lê belê li herêma wan gelek kesên hewcedarê alîkariyê hene.”

Yilmaz Uzeyiroglu got “Em vê di çarçoveya derfetên xwe de dikin. Xwezî me bi heman awayî bikaribiya xwe bigihînin hemû zarokên herêmê.”

Yilmaz Uzeyiroglu kî ye?

Yilmaz Uzeyiroglu di sala 1966an de li gundê Reşe yê navçeya Dutaxa Agiriyê ya Bakurê Kurdistanî ji dayik bûye. Damezrîner û serokê lijneya rêvebiriya Kompaniya Uzeyirogluyê ye.

Uzeyiroğlu ji sala 1985an vir ve di sektora Avahîsaziyê de dixebite. Kompaniya Uzeyiroglu ji sala 1986an vir ve li Îzmîr, Stenbol û Kuşadasiyê xebatên xwe dimeşîne.

Yilmaz Uzeyiroglu di sala 2018an de jî di sektora avahisaziyê de xelata "Karsazê Herî Baş ê Tirkiyeyê" wergirt.

Yilmaz Uzeyiroglu jdi heman demê de endamê TUSİADê ye jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst