Yekgirtûya Îslamî daxwazên xwe pêşkêşî hikûmetê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di civîna îro de 24 xal weke daxwazên gel, dane Encumena Wezîran a Kurdistanê û "li benda bersiva nivîskî ya Encumena Wezîran in".

 

Parlementerê Yekgirtûya Îslamî Dr. Şêrko Cewdet ku îro di civîna li gel hikûmetê de beşdar bû ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna îro de şert û mercên xwe yên li ser mana li hikûmetê radestî Encumena Wezîran kirine ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî di civînê de amade bûn.

 

Dr. Şêrko Cewdet diyar kir: “Ew 24 çar xalên ku ji şanda hikûmetê re hatin dayîn, hemû daxwaz û xwestekên rewa yên xwepêşanderan, mûçewergiran û hemwelatiyan in û ti pêwendiyên wan bi daxwazên partiyê ve tine ne.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji şanda Yekgirtûya Îslamî re ragihandiye, ku ew dikarin ji wan daxwazan 21 xal rasterast cîbicî bikin, lê belê şanda Yekgirtû daxwaz kiriye, ku bi awayekî fermî bersiv bidin daxwazên wan.

 

Dr. Şêrko Cewdet aşkere kir: “Me got divê bi nivîseke fermî û bi awayekî zelal bersiv bidin me. Yekgirtû dê çend roj li bendê be, da ku bersiv bigihîje ber destê me û ji bo wê mebestê jî emê civîna duyem pêk bînin.”

 

Herwiha Endamê Serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî Dr. Musena Emîn li ser naveroka daxwaznameyê aşkere kir: “Daxwazên ku hatin kirin li ser debara xelkê, başkirina mûçeyên karmendan, reformên di sîstema birêvebirina Herêma Kurdistanê de bûn. Di nav daxwaznameya me de ti mercekî ji bo partiyê tine ye. Danûstandinên me berdewam in û dê civîneke din jî were kirin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa rojnamevaniyê ya îro de ragihand: “Birastî Yekgirtûya Îslamî her dem li hember pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi berpirsyarî tevgeriyaye.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha aşkere kir: “Hikûmet gelek cidî hewl dide, çimku ew mijarên ku Yekgirtûyê daxwaz kirine, li gor baweriya me di xêr û qezenca hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de ne.”

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan