Li Bedlîsê 39 koçberên Efxan hatin dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Tetwan û Norşînê yên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 39 koçberên Efxan ên hatibûn desteserkirin hatin dersînorkirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parêzgariya Bedlîsê, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê li gundên navçeyên Tetwan û Noşînê operasyon dan destpêkirin.
Di oparasyonên cuda de 39 koçber hatin desteserkir û kesek ku jê ji ber qaçaxçîtiya koçberan girtin.
Li gorî agahiyan koçberên hatîn desteserkirin welatiyên Efxanistanê ne û hatine desrsînorkirin.
Her wiha gumanbarê ku bi sedema qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin bi biryara dadgehê hat girtin.