Karayilan li ser ‘pêvajoya nû’ daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan li ser pêşhatên pêvajoyê axivî û diyar kir ku beriya her tiştî divê dewlet dest ji rêbaza zext û tundiyê berde.

Fermandarê HPGyê Murat Karayilan li ser banga Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî û daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.

Karayilan ji ANFyê re axivî û eşkere kir dewleta Tirkiyeyê heger tengav nebûya, Bahçelî bangeke wisa nedikir.

“Bahçelî azadiya Ocalan anî rojevê”

Fermandarê HPGyê amaje bi wê yekê kir ku ti hevdîtineke wan bi Ocalan re nîne û wiha got:

Armanca wan çi be bila ew be, Devlet Bahçelî azadiya Rêber Apo anî rojevê. Ev mijareke girîng e.

Ev di heman demê de qebûlkirinek e. Îro di çapemeniya Tirkiyeyê de, azadiya Rêber Apo tê nîqaşkirin.

Berê tenê çapemeniya Kurd nîqaş dikir; îro hemû Tirkiye û cîhan nîqaş dike. Êdî ji vir veger nîne.

Em biawayekî zelal diyar bikin. Tevî ku heya niha ji bilî peyama piştî hevdîtina Rêber Apo ya li gel Omer Ocalan bi raya giştî re hatî parvekirin ti peyamên Ocalan negihiştine Tevgera me.

 Ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve jî ti peyam nehatine şandin. Bi kurtasî tiştekî şênber nîne lê belê bi nûçeyên bi vî rengî nîşan didin ku weke pêvajoyeke bi vî rengî heye.

Rast e; me wekî tevger wateyek li banga Bahçelî bar kir, ji ber wê yekê jî me da zanîn ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve were meşandin.

Piştî bang û daxuyaniyên Bahçelî ti pêngavên erênî nehatin avêtin û bi ser de têkildarî vê mijarê nûçeyên derewîn hatin amadekirin.

Murat Karayilan di beşeke din ê axaftina xwe de diyar kir ku dewlet dixaze nakokiyê di navbera wan de ava durist bike û çapemeniya muxalîf jî bi awayekî rast nêzîkî vê mijarê nabe.

“Ti kes nikare nakokiyan di navbera me de durist bike”

Fermandarê HPGyê eşkere kir ku ti kes nikare nakokiyan di navbera wan de pêk bîne û wiha got:

“Saziyên leşkerî yên têkoşîna azadiyê jî, saziyên derveyî welat jî, saziyên li welat jî, saziyên fermî jî bi kurtasî hemû kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin îro Rêber Apo ji bo xwe wekî nûnerê îradeya xwe dibînin.

Ti kes nikare nakokiyeke bi vî rengî derxîne. Niha hemû hewlên rejîmê li ser avakirina nakokiyan a di nava Têkoşîna Azadiyê deye, avakirina teredût, pêşxistina perçekirinê ye.

Hewlên bi vî rengî berhewa ne. Ti encam ji hewlên bi vî rengî nayên standin.

Eşkere ye ku dewleta Tirk gotinên Bahçelî, wekî taktîkên şerê taybet dinirxîne. Mesela li aliyekê ew bang kirin û wisa nîşan dan ku wekî ku dixwazin bi Kurdan re çareseriyekê pêş bixin.

Li aliyê din, ti gavên pratîk neavêtin û li ser vê yekê jî êriş kirin.

Mesele siyaseta qeyûm pêş xistin. Tayînkirina qeyûm a li şaredariyan, êrişeke li dijî îradeya gelê Kurd e.

Dîsa êrişên li dijî hêzên gerîla dewam dikin.

Her roj Tayyîp Erdogan gefê li Rojava dixwe; xwe ji bo êrişeke li ser Rojava amade dikin. Gelo em dê çawa bawer bikin ku bi rastî ev çareseriyê dixwazin!”