Li Wanê 114 koçber hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 114 koçber hatin destserkirin.

Derbarê 13 kesan jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan karûbarên yasayî hatin destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, li Wanê operasyoneke berfireh li dijî qaçaxçîtiya koçberan da destpêkirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku hêzên ewlehiya Tirkiyeyê 20ê Çiriya Paşînê heta 26ê Çiriya Paşînê li seranserê Wanê 25 operasyon pêk anîne.

Di wan operasyonan de bi giştî 114 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha di çarçoveya wan operasyonan de 13 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatine destserkirin.

Bi tohmeta qaçaxiya koçberan derbarê wan 13 kesan karûbarên yasayî hatine destpêkirin.